’elî aẍay pişder le dêy gełałe da’enîşt ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  730 views

’elî aẍay pişder le dêy gełałe da’enîşt, hemû hêzêkî aẍayetî dabuwe ser qisey zil gêřanewe. gêřayewe witî:

seyîdêk lew sere hatbuwe lay ême, pêyan ewt sey bařoke. êmeyş zor ḧurmetman egirt û le řastîşda pyawêkî xanedan bû, lêy qewma bû, jinêkî be ’îşwe û nazî bû seyzade semenyan pê ewt, lûtî be serî bařokeda ne’ehêna, geřî ałandibuwe ḧesenî pyawî min, le xiştey birdibû! şewêkyan ḧesen pêy witim: aẍa ewşew debê xwazbênêkim bo bikey ta małî sey bařoke teşrîfit biçê. gutim: ḧesen, sey baroke kêy heye xwazbênît bo bikem? witî: aẍa to teşrîfit biçê lewê têdegey. minîş hełsam çûme małî sey baroke gutim: cenabî seyîd, bo xwazbênî hatûm. seyîd witî: ca qurban min çi kesim nye, jinekê nebê.lew laşewe jinekey řapeřî, witî: seyîd, zatêkî wekû aẍa be ser û sîmayekewe teşrîfî hatuwe qet neşê to cwabî bidey min le barî xom terîq bûmewe. jine û xizmetkarekem le wiłat derkird û jinêkî tirim hêna bo sey baroke.