kabrayekî bangiwêj be mindałanî exwênd ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  689 views

kabrayekî bangiwêj be mindałanî exwênd, kuřêkî zîrek û wiryay hebû, kabra legeł daykî kuředa řê kewtibû. kuře řojêk çuwe lay bawkî witî: babe mamostam legeł daykim be tenha le yek jûrêkda bûn, ba biçîn mamostam bikujîn. bawkekey witî: řołe ḧewałey xway bike. le dway sê çwar řojêkî ke, dîsan ełê: babe îmřo çawim lê bû mamosta distî le milî daykima bû ba biçîn bîkujîn. kabra ełê: ba ême neykujîn her ḧewałey xway bikeyn.

kuře temaşa eka bawkî hîç nabziwêtewe, heł’estê eçê şûşeyek ’ereq ekřê, le baxełî qaymî eka û lepêş bangî şêwanda eçête mizgewt lay mamostay û ełê: mamosta zor demêke ḧez ekem carêk legeł to bême ser mennareke û temaşay dinya bikem. mamostay ełê: zor çake êsta eçim bang ełêm toyş were.

herdûkyan ser kewtine ser mennareke. bangiwêjeke her legeł witî: alilh akbirArabic, kuře pałêkî pêwe na, kabra kewte xwarewe û heprûn be heprûn bû. xełkî ke hatne dyarî şûşeyekîş ’ereq bew naweda biław botewe, wityan: ay, xo em bangiwêje ’ereqxor buwe û be serxoşî kewtote xwarewe!

kuře îtir hate xwarewe û çû be bawkî wit: to ezanî mamostam ’ereqî xwardibowe leser mennareke kewte xwarewe parçe parçe bû? kabra witî: řołe pêm newtî ḧewałey xway bike? kuře witî: quř beser eqiłit be xwa eger ḧewałey xwam bikirdaye heta de sałî ke legeł daykim her geme û gałtey ekird! xom leser mennareke pałim pêwena û xistime xwarewe!