’ezîz aẍay çawqułî ḧekayetxiwan nizîkî sed ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  682 views

’ezîz aẍay çawqułî ḧekayetxiwan, nizîkî sed sałêk ’emrî hebû, nexoş kewtibû, bêḧał bû, pêy ełên: ewa ḧacî emînî eḧmed xêle hate lat. bew bêḧałîye be kuřekanî ełê: gurc serînê bidene pałim û hełm sênin, ke danîştim ’ebakem bikene berim... ewanîş be gurcî wekû bawkyan witûye weha eken, meger legeł ḧacî emîn řeqyan le yektirî buwe, ke ḧacî emîn dêt ełê: aẍa çilonî? aẍa ełê: be xwa şukir çak bûmetewe hîç naxoşîm nemawe. ewe êsta eçim bo bazař... we ełê: a kuře ẍenî, řołe qeneyekim bo têke, qeney bo tê eken û dest eka be qenekêşan, wityan ḧacî emîn henaseyekî hełkêşa û řoyşit, her le dergawe çuwe derewe, îtir ’ezîz aẍa gyanî derçû.