kwêxa fetḧułłay babekirawê gêřayewe, witî ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  675 views

kwêxa fetḧułłay babekirawê gêřayewe witî:

sałêk legeł şêx eḧmedî berdezerdî pêkewe qiseman kird be yek, ke şew biçîn bo dizî, paş xewtinan xoman gurc kirdewe û çûyne qerax dêyek parêzman birde ber małêkî dewłemend, lepał teymanekewe temaşaman kird, jinêk leser keprêk danîştibû, çaweřê bûyn ke jineke xewî lê bikewê, ew wexte dest bideyn be îşewe, seyrman kird jineke her nenûst û beyne beyne kokeyekîşî bo ekird, êmeyş leber ewe newek bîka be hera, neçûyne ser małeke.

ke bû be nîweşew seyrman kird ewa zelamêk be matemat hat û le teymane řûxawekewe çuwe jêr kepreke. êmeyş de hengawêk lêy dûr bûyn, xoman be dîwarekewe mat kirdibû, ewendeman zanî jineke leser kepreke hate xwarewe lejêr keprekeda řakşa û zelameke swarî bû. lew kateda mindałêkî pênc şeş sałan leser keprekewe bangî kird: amojin, amojin. jineke lejêr zelamekewe witî: fateke řołe megrî ewa dêmewe, her bangim bike ba netirsim! kiçeke her eyut: amojin. ewîş cwabî edayewe, lepaş dû sê car kiçeke bêdeng bû, tumes xewî lê kewtibowe.

jineke lejêr zelamekewe bangî kirdewe: fateke de bangim ke ba netirsim! minîş heta hêzim tya bû witim: bêbeła bît êwe dû, êmeyş dû, eme çwar, fatekeş yek, eme pênc, hêşta her etirsî? legeł emem wit, zelameke hesta û řaykird, îtir minîş bangim kird: xełkîne hestin bo xatrî xwa, ew kabraye em jiney ga.

le derudrawsê çwar pênc kes xeberyan bowe û wityan: kuře kamete, zelam? witim: ewete řaykird bo piştî mizgewt. wityan: jineke kameye? witim: ew jine ke nawî nazanim û amojnî fatekeye!

witî: îtir xełkêkî zor kobûnewe êmeyş řamankird û dûr kewtînewe, xełkeke çûne ser małeke, ême le dûrî awayî bûyn gwêman lê bû jineke swêndî exward ke hîç nebuwe û diroye. minîş bangim kird: xizmîne wełła û bîla diro nîye řaste! yekêk le awayîyeke bangî kird witî: to kêyt? witim: be xwa min dizim. îtir şêx eḧmed her mird le pêkenîna, lepaşa witî: mirdût mirê, to boç em herayet nayewe, nethêşt şitêkman dest kewê? witim: xizme! be xwa şitêk be gewadî destim kewê her namewê. lepaş ewe her kese çûynewe bo małî xoman û hîçman dest nekewt.