kabrayekî kurd nanyan nemabû kołê genim...
From the Book:
            Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
        By:
                Alaaddin Sajadi (1907-1984)
        
             1 minutes
             1436 views
        
        
    kabrayekî kurd nanyan nemabû, kołê genmî hełgirt û çû bo aş ke bîhařê. aşewaneke lewê nebû jinekey leser aşeke bû. kabra lêy pařayewe witî: nanman nîye norebřîm bo bike baraşekem bo bihaře. jine aşewan hemaney hełgirt ke bîxate ser dołyanî aşeke, hemane genim giran bû bayekî lê berbowe kabra witî: ay be kêrim! jine aşewan witî: ḧîzbab, şerit bê baraşeket bo lê nekem, biço bo aşêkî tir! kabra witî: namaqułîm kird, tuxwa mindałekanim nanyan nîye û birsîyane, tikat lê ekem lêm bibûre û baraşekem bo lê bike. jine aşewan diłî sûta û hemanekey hełgirtewe ke bîxate ser dołyaneke dîsan bayekî tirî gewrey lê bowe! kabra witî: bexwa eger mindałekanim hemûyan lebirsa mirdûn her be kêrim!