kabrayek pîre dakêkî ebê û emrê dest...
From the Book:
            Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
        By:
                Alaaddin Sajadi (1907-1984)
        
             1 minutes
             1460 views
        
        
    kabrayek pîre dakêkî ebê û emrê. dest eka be giryan û hawar, ełêt: bawkeřo, birařo, bêkes xom. xełk û xwa lêy ko ebnewe û ełên çî buwe? ełê: em xêłe giştî yahûye, hîçyan we hawarî kesewe nayen û le hawsê napirsinewe. ewanîş ełên: kuře axir çî buwe? ełê: agam lê wu ke îza’îl hat û gyanî daykim bikêşê, minîş destêkim girt we demyewe, destêkî tirîşim girt we kuzyewe, xêrewmendêkî tir new destê bigrê we qingyewe. îzra’îl dwî - bawik le qingyewe gyanekey kêşa, minîş herdû destim hew. birakem wazim lê bêrin pyagî bêkes her bo mirdin xase!