melayek le dêyek bû xełkeke çûn...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  934 views

melayek le dêyek bû, xełkeke çûn milyan girt, wityan: mela ebê byêt fîtfîtanêkman legeł bikey, melay fiłane gund û fiłane gund fîtfîtanê legeł xełkekeda eken, gwaye to legeł ême boç naykey? mela witî: bawkim wazim lê bênin min pyawî fîtfîtanê nîm. em zorî wit û ewan kemyan bîst.

naçar hełsa kîse û sebîlekey hełgirt û çûne ser kanîy jinan, şwênî fît lewê bû, lew kateda dû jin leser kanîyeke leser aw bû be şeřyan. yekêkyan bewî keyanî wit: biřo hey wa wa lêkiraw, to ewe nît mela gatî?! ewey keşyan pêy witewe: hey dêłeker mela minî gawe ya to?!

melaş lewlawe destî ehêna beser sebîlekeya bo ewe çaxî ka bo fîtfîtanê, witî: desa dêłe şiřîne wełła herdûktanim gawe! xełkeke wityan: mela ewe qiseye to eykey? witî: bawkim boç qise nîye? fîtfîtanê em qisaneşî têdaye, egîna boç min melam ya fîtfîtanêker?!