afretêk gîskêkî hebû serî biřîbû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  704 views

afretêk gîskêkî hebû serî biřîbû, çûbû bo kanî gozeyek aw bihênê. keleşe gîskekeş lewê kewtibû, melayekî ḧafiz le ḧewşekeda bû qur’anî exwênd. be melakey wit; agayekit lew keleşe gîske bê pişîle neyxiwa ta dêmewe. gozey hełgirt û řoyşit, ke geyşte ser kanîyeke lewêwe çawî lê bû wa pişîleyek xerîkî goştekeye, bangî kird: mamosta wa pişîle goştekey bird. mamosta leserxo û behêmnî witî: fussis! pişîle gwêy nedaye, gîskî bird û afret geyştewe, mamosta hêşta fussisekey dwayî nehênabû! witî: mela! bawanit şêwê biłê fis, em fus fuse çîye? mamosta witî: afret! to nabê tozê eqiłit bê? min çon qîra’etî xom bo gîske leřêkî to têk edem?