le qisey gwê agirdanî kurdane ełê dinya...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  690 views

le qisey gwê agirdanî kurdane ełê:

dinya zistan bû, befir le zewîda bû, řêwîyek û wirçêk, heryeke sê beçkeyan hebû, bûn be deste bira û çûne eşkewtêkewe, bew nyaze ta zistan eřwa bibin be yek mał! wirçe hemû řojêk eçuwe derewe şitêkî peyda ekird, eyhênayewe xoy û beçkekanî eyanxiward. řêwî leber befir derudeştî pê ne’ekira, xoy û beçkekanî le birsa lat kewtibûn! řojêk wirçe le mał nebû, řêwî birsêtî zorî bo hêna. çû yekê le beçkekanî wirçey hêna, xoy û beçkekanî xwardyan û dem û lêwî xoyan siřîyewe! êware wirçeke hatewe řêwî be nûkenûk çuwe pêşwazîyewe û witî: yekê le beçkekanman nemawe! wirçeke hatewe seyrî beçkekanî kird, destî kird be bořeboř û giryan, řêwîş legełya!

zemanêkî tirî pê çû, dîsan wirçe le mał nebû řêwîyeke çû yekêkî tir le beçkekanî hêna û xoy û beçkekanî xwardyan û dem û lewsî xoyan siřîyewe! êware ke wirçe hatewe řêwî be nûzenûz çû be pîryewe û witî: yekê le beçkekanman dîsan nemawe! wirçe witî: le hînekan min ya hînekanî to? witî: nazanim ewende ezanim le serzile xiřekan nemawe! wirçe hat û temaşay kird le beçkekanî ewe, dîsan xoy naye quř û kewtewe bořeboř, řêwîş legełya!

dû beşî zistan řoyşit, dîsanewe řojêk wirçe le mał nebû, řêwî çû taqe beçke wirçêk mabû ewîşî hêna û legeł beçkekanî xoya şequpeqyan kird, xwardyan û dem û lêwî xoyan siřîyewe!

êware ke wirçe hatewe řêwî xoy naye quř û her le dûrewe be giryan û bawkeřo řûy kirde wirçe. wirçe pirsî: ewe çîye? witî: be xwa aẍa dîsan daneyekî tir le beçkekanman nemawe! wirçe witî: le hînekan min ya hînekan to? - ewa îtir beharîş hat û dinya řeşayî têkewt - řêwî xoy tûře kird û witî: bêqeza bît min em zistane hîç dengim nekird û her dame sik, em min min û to toye çîye eykey? biłê beçkekanman, îtir eme çîye? taze carêkî ke min em hawřêtî û yekmałîye nakem be du’a! emey wit û legeł beçkekanî xoya xoyan derbaz kird!