kabrayek legeł karwan çûbû bo sine...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  664 views

kabrayek legeł karwan çûbû bo sine, le bazař tûşî nasyawêkî hat, witî: êware bo nan xwardin were bo małî ême. êware kabra hełsa biçê bo małeke le řêga tûşî hawřêyekî bû, witî: bo kwê eçî? witî: eçim bo małî fiłan kes. witî: pyawî çak be, emnîş legeł xot bere. witî: bawkim ew pyawe her xomî bang kirduwe to bibem biłêm çî? witî: biłê birame! lêyanda řoyştin, le řêgeda tûşî nasyawêkî tir hatin, pirsî: bo kwê eçin? kabra witî: fiłan kes minî bang kirduwe. pirsî: ey eme çîye legełit? witî: wełła ełê minîş bere û biłê birame. kabra witî: ke wate minîş dêm ba biřoyn lewê biłê kuřme!

çar naçar lêyanda řoyştin. le řêga tûşî yekêkî tir hatin, pirsî: xêre wa yektan girtuwe? witî: wełła min le małî fiłan kes bang kirawim, êsta wa emaneş hatûn her yeke nawêkyan bo xoyan dozîwetewe. witî: yałła ba biřoyn minîş dêm! kabra witî: bawkim ewa eme kuřme û emeş birame, to bikem be çî? witî: biřo xawen - małeke xoy nawim bo edozêtewe!

her çwaryan çûn. xanexwê witî: erê bira min her tom bang kirdibû emane çîn legełit? witî: lêyan bipirse xoyan pêt ełên. řûy kirde yekêkyan witî: bira to çît? witî: min biraym. lewî tiryanî pirsî: ey to çît? witî: qurban minîş kuřîm. kabra îtir wirgî awsa û pêy hełnegîra, řûy kirde ewî axir witî: ey keranbawgaw to çît? gûxorît?! kabra řûy kirde hawřêkanî witî: nemut xoy nawim bo edozêtewe?!