lew wiłate taze ew polîsane dahatbûn ke...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  686 views

lew wiłate taze ew polîsane dahatbûn ke pêyan ełên «polîsî ẍeyr nîzamî». desteyek lemane lew şaxey piştî pênciwênda be şwên çeteda esûřênewe, dû kuřî caf tûşî emane ebin, yekêkyan bewî keyan ełê: erê bira emane çîn? ełê: bira bêjim çî, eger bêjim polîsin, polîs nîn, eme řengibê ewane bin ke pêyan êjin polîsî ẍeyr nîzamî. ełê: bira polîsî ẍeyr nîzamî yanî çî? ełê: kuře yanî wekû řeyîfî zemanî ’usmanî. ełê: eha, řeyîf! desa bira em dewr û dûkaneş dûy da leme! çawit lê bû ’usmanîyş her ke kewte řeyîf girtin çûn yekêkî da leme?!