melayek le dêyek řojê ḧedîsî exwêndewe...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  715 views

melayek le dêyek, řojê ḧedîsî exwêndewe, fermûy: her kesê qiřanêk le řêy xwada bida, xway tebarekute’ala de qiřanî edatewe. kabrayek gwêy lem wez’e bû, witî: min bîst ser biznim heye wa çake bîfroşim û parekey bikem be xêr bełkû pareyekî zorim dest bikewê! hełsa biznekanî pêş xoy da, birdinye şar firoştinî, day be panze lîre, çwarde lîrey da be hejar û feqîr, lîreyekîşî bo xercî xoy gil dayewe. pênc şeş řoj sûřayewe hîçî dest nekewt. hat çuwe mizgewtêk le edebxane ke destî be aw egeyand xeyał birdyewe witî: seyr ke em melaye çon tefrey minî da û çî pêkirdim? hatim be qisey ew herçîyekim hebû lenawim da û ewa êsta le qiřanê zyatir hîçim pê nemawe xistimye ser sacî ’elî! şerit bê ke çûmewe hîç nekem ta mela ekujim, çûnke minî małwêran kird!

lem kateda qiřanekeş le baxełî derpeřî û kewte abxanekewe! witî: xo min hîçim pê nîye bîdem be nan û pêy biřomewe. cilekanî dakend û xoy xiste abxanekewe bełkû qiřaneke derbênê. abxaneke qûł bû nuqim bû, sê qum gwaw çuwe demyewe qutî da! ke destî gêřa piryaskeyekî berdest kewt, derîhêna serkewte serê, çuwe wisałxaneke leşî xoy şit û cilekanî leber kirdewe û piryaskey kirdewe, seyrî kird sed û çil lîrey tyaye! îtir destibecê milî řêgay girt û hatewe.

řojêk ke dîsan mela we’zî eda fermûy: her kesê qiřanêk le řêy xwada bida, xwa de qiřanî pê eda. kabra hełîdaye û witî: mamosta! to ke ḧedîs exwênî, be tewawî bîxwêne, lêy kurt mekerewe. mela pirsî çilon? witî: eweş biłê heta sê qum gwaw nexwatewe xwa naydatê!