carêk le awayîy ’enbar...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  663 views

carêk le awayîy «’enbargundêke le mukiryan» ke gundêke le mukiryan, feqêkan şewî cejin eçne lay ḧacî biraym aẍay ’enbar, bo řon û birincî cejin. ewîş hîçyan nadatê, be nahumêdî egeřênewe û qiseke bo mela şefî’î mamostayan - ke muderîsî ’enbar bû - egêřnewe ewîş ełê: wa nabê; biçin pêy biłên aẍa birinc û řonî cejniman edeytê xoman lêy binêyn, yaxud bêyn le dîwexan nanî cejin bixoyn? îtir ew řêgeyekî sêhemî la nîye be diłî xotan beřêtan eka. emanîş eçin û da’enîşin. aẍa ełê: ha, çîye dîsan beroktan girtimewe? emanîş ełên: aẍa ewa sibeynê cejne, goşt û řon û birinciman edeytê xoman le ḧucre lêy binêyn, yaxud bêyn le dîwexan nanî cejin bixoyn? aẍaş ełê: pekû xo řêgeyekî tir bo pyaw nahêłnewe! înca be tewsêkewe seyryan eka û ełê: ha, ha kareker û xizmetkarim bo řagirtûn, kareker û xizmetkar biçin, biçin řon û birinc û kełeşêrêkyan bidenê, ba xoyan lêy binên û qizełqurtî ken, layan waye min xizmetkarî ewanim!