jinêk dû dostî hebû yekêkyan nawî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  807 views

jinêk dû dostî hebû, yekêkyan nawî cebar bû, yekêkyan ’ebas. şewêk řêkewt herdûkyan çûn bo lay jine. kitupiř lew wexteda mêrdekey hatewe. jine le tawana şardinyewe. lepaşa legeł mêrdekeya destî kird be wirde gileyî û witî: ewem bo bikře û ewem bo bêne... her şitêkî ewt kabra eyut: cebar bîda! cebar lewlawe lenaw axuřekeda serî řast kirdewe û witî: giştî exey beser mina? ey ’ebasî milqewî boç şitêk nesênêt?!