kabrayekî bamokî çûbuwe ew wiłatî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  862 views

kabrayekî «bamok»y çûbuwe ew wiłatî ayene û estembułe, řojêk seyrî kird wa kabrayek le bazařda sindûqêkî leber demaye û piřyetî le qutûy şûşey serdagîraw. bang eka: «hay dermanî kêç! dermanî hoře! dermanî tepe! dermanî mêrûle!» ew serdemeş xot eyzanî kêç û ciřucanewerî şarezûr û hełebce gay exsite helekesema. kabra witî: kesabet leme çaktir nabê, lem sindûqe dermane ekiřim û eybemewe le wiłatî xoman eyfiroşim, ewende dewłemend ebim, pêy ebim be «ḧemaẍay koye». dermanî kiřî û berew dwa buwewe bo wiłat.

řojêk le naw şarî hełebce: «hay dermanî kêç»y ekird, kabrayekî şarezûrî ke le dest kêç małî becê hêştibû, hełatbû, gwêy lem bange bû, witî: qet leme çatir ebê? êste şûşeyekî lê ekiřim û eybemewe, îtir le dest kêç řizgarim ebê.

çû şûşeyekî lê kiřî û birdîyewe. ew şewe dar û dîwarî xanuwekey û hemû nwênî małekey be derman dermanaşî kird û lêy řakşa. zorî pê neçû seyrî kird kêç le şewan gelê zortire! ew şewe xewî lê nekewt, beyanî zû çuwewe bo hełebce û berokî kabray girt û witî: xwa bitgirê, to destî ew ’aleme boç ebřî? em dermaney to key dermanî kêçe? xo min hemû jûrekem bem dermaney to henû, keçî hîç kełkî nebû!

kabray xawen derman witî: «nabê çûbêtî dermaneket bijandibê be naw nwênekana û be jûrekeda»? witî: bełê wam kirduwe. witî: bawkim wa nabê! witî: ey çon? witî: «ebê bênî yeke yeke kêçekan bigrî û dermaneke bikeyte çawyanewe, bo ewey kwêr bibin. bew core ke to kirdûte şêtîş wa naka; to ke nazanî xot îş bikey, boç dermanî xełk eşkênî!». kabra witî: «bêjim çî bira! xwa řûy kêç řeş ka wa gwêm le qisey wa bê!».