qise dê qise ebřê minîş şitêkî wekû emem...
qise dê qise ebřê! minîş şitêkî wekû emem dî, bełam qisey hîç nekey, wełła û bîlla hîçyan lê nekirdim:
zor demêke, le bawkim torabûm û řûm kirdibuwe małî xałowan. biłên ew wexte dû core xwêndinyan pê exwêndim: yekê xwêndinî mekteb, ke le polî dûy seretayî bûm; be demîyewe xwêndinî ’erebîşyan pê exwêndim, destyan pê kirdibûm be «’wamlî circanî» - ke eme be řewştî kurdewarî le seretawe exwênrê.
bawkim kabrayekî nardibû be şwênma «şamar»y naw bû, pyawêkî kurtebałay pîrî çawkizî xiře bû, etut tope. eger mawe yadî be xêr, eger mirduwe be řeḧmet bê! minîş kewa û sełtem lebera bû, camedaneyekim be serewe bû, wekû feqê wa bûm. legeł xałe şamar lew pê binarî «şaho»we şewêk řêman kewte hobeyekî gewre û lewêda dewarêkî hejde hestûnî heł dirabû, çûyne ewê.
be tewawî le bîrim nîye, ew řeşmałe gewreye ya hî ḧebîbełła xanî bawecanî bû ya hî xizmêkî ew bû, bełam ewe ezanim mîrzayekî řîş sipîy bałaberzî hebû, mîrza řeşîdî naw bû. şewê dîwexanî cimey ehat; xan xoy û mîrza řeşîd û gelê le pyawmaqûłî bawecanî be cil û bergêkî be perdaxî kurdî û hemû be sitarxanî fîşekewe le jêr dewara danîştibûn. êmeşyan lew serewe danabû, xwêndewarîş her mîrza řeşîd lewêda hebû.
xałe şamar ya leber ewe ser û gwêlakî sufîyane heł kewtibû û ya leber ewe ke mebestêkî hebû, katê ke hatîn bo nwêjî şêwan le řêgeda pêy witim: ke çûynewe, le dîwexanekeda «ḧizb»ê qur’an bixiwêne. witim: xałe şamar qur’an nazanim. xałe şamar bû be fîşeke şête û çû be ’asmana! witî: «cenabit le layekewe mektebît û le layekewe feqêyt, çon qur’an nazanî?!» witim: xałe şamar pyawî çak be, qur’an xwêndin ebê pyawî ḧafiz bîxwênê ke hemû qur’anî lebere, min le naw qur’anekeşa, be řeşxiwênîş her nazanim bîxwênim; êste em şeře çîye to le minit ałanduwe.
min zorim wit û xałe şamar kemî bîst, le bîrme zilleyekîşî lê dam! çarnaçar witim: başe. le sûrete wirdełekan dwan, syanêkim leber bû, witim: lewane exwênim. witî: lewane nabê, ebê le qur’anî serewe bixiwênî! quř’anîşman pê nîye. be řastî fiłanî le dest xałe şamarewe kewtime řojêkî zor řeşewe! ke çûynewe dîwexan ewa seyr ekem peytapeyta le jêrewe destim têwe ejenê û ełê dey! ya řebî xwaye çibkem, dîwexanekeş her zor piře, ne hîç ezanim û ne le řûyşim heł dê; wa ewîş dinyay lê kirdûm be çermî çoleke! ew hemû kutekî destî ewe bû, eyut: to dengit xoşe, ebê qur’anîş bizanî! kuře babe eme şerit nîye herkes dengî xoş bû ebê qur’anîş bizanê, eyut: nabê, ebê bizanî. ca were têy bigeyene! xwa eyzanî le tirsa û le şerma ew dû sê sûrete wirdełeşim ke leber bû, ewîşim le fîkir çuwewe! legeł eweda eger eweşim bixiwêndaye xałe şamar eweşî qebûł ne’ekird û eyzanî, çunke ewîş ewaney leber bû.
minîş êcgar tirsî mîrza řeşîdim lê nîştibû, xwêndewar tenha ew le dîwexanekeda hebû, egîne emtiwanî dewrê «’wamil»eke bikemewe, lewanî bikem be qur’an. dyar bû xałe şamarîş ’ewamlî ne’ezanî, bełam mîrza řeşîd hîç nebê eyzanî eme qur’an nîye.
kutek le beheştewe hatuwe! xałe şamar tengî pê heł çinîm. be dengî berz «a’uz balilh min alşîtan alircîm. bisim alilh alirḧimin alirḧîmArabic»êkim bo kird - ewendem leber bû - paş ewe pya hatim tozê řûm kirayewe, ewey xwa neyutbû, ewem wit! be dengî berz û be meqam destim pê kird. êste ezanim ke ew wexte emzanî «nizîra, bişîra, bisîraArabic» heye le qur’ana, bełam min ne’ekewtewe fîkirim! çend şitêkim ewt, ke xoyşim nem’ezanî çî ełêm û axrekeym ehênayewe be şitêkî wekû «şitîra». dû, sê şitî tirim ewt û embirdewe ser «şilêra».
êcgar ke seyrim ekird xełkeke hemû serî bo eleqênin û pêyan xoşe, be taybetî «mîrza řeşîd» agam lê bû aw be çawya ehate xwarewe, îtir be tewawî minîş germ bûm! xałe şamarî lay xoşim, legeł ser leqandin û firmêskekeya, carcar le nakaw «hû»yekîşî bo ekird. îtir nazanim yadî şêxî ekird, ya qur’anekey min karî tê kirdibû?! bełam le řastîşa dengim xoş bû. bem core be «şitîra, şilêra, dilêra, sipêra, kulêra û hitid» qur’anim hemûy be «ř»y qipełe dwayî hêna û êste û ewsa, kes neyzanî ke eme qur’an nîye, kesekeş her mîrza řeşîd bû, çunke ew xwêndibûy, ewanî tir hîç. mîrza řeşîdîş le hemûyan zyatir çûbuwe diłîyewe, ke qur’anêkî řewan û be ticwîdim xwênduwe!
ew şewe xizmetêkî zor zoryan kirdîn. beyanîş xan, espêk û zelamêkî pê dayn ke min ew řoje ta kwê biř ekeyn be swarî biřom, paşan pyaweke wiłaẍeke berêtewe, lew qur’an xwêndinewe, xan wa çûbûme diłîyewe ke min beçke esḧabeyekim û ew şewe řêm kewtote ewê.
ke tozê le řeşmałekan dûr kewtînewe xałe şamarîş hat, swar bû û minî xiste paşgirî xoy! witî: «bê’eqił min her bo emem bû ke emut qur’an bixiwêne, aferem! kuřim řûy mamî xotit sipî kird!». minîş îtir nemut ewe qur’an nebû egîna leser espeke eyxistime xwarewe.