sed sed

From the Book:
Dîwanî Kanî
By:
Abdul-Jabbar Agha Doghirmechi (1897-1957)
 2 minutes  783 views
sed ahûy weḧşî nezer û mehweş û diłdar
sed ẍemzey cadû û perî efsûngerî ’eyyar
sed saqîy saẍir be kef û nêrgiz û xumar
heryêkî be sed şêwe bika ḧusnî xoy îzhar
***
sed ebro keman xałî syah zułfî perîşan
sed le’lî leb û ẍunçedehan, řûyî direxşan
sed serû qed û şems û şeb û lencexeraman
heryêkî be sed ẍemze bika ’aşiqî ḧeyran
***
sed afretî nask beden û gerdenî mîna
sed wechî qemer ḧorî lîqa dilberî ře’na
sed sînesedef calbî dił ’arf û dana
heryêkî be sed ’îşwe bika ’erz û temenna
***
sed laleřux û tûtî zuban aşubî dewran
sed mahî cebîn perçemî çîn sêbî zenexdan
sed duxterî tersayîy yehûd, gebir û musłiman
heryêkî be sed new’ê bika ’aşiqî nałan!
***
sed esmerî şîrîn suxen û ’aqił û xoşxû
sed suḧbetî xoş cilwenuma ’enberî gêsû
sed ’arzî guł ehlî sefa şahîd û mehřû
heryêkî be sed lehce biłê kanîPen name bifermû
***
meylim le to řetnabê eya şoxî sitemkar
řoḧ û bedenim cane be qurbante sed car