gelê dûre koyî yarim

From the Book:
Dîwanî Kanî
By:
Abdul-Jabbar Agha Doghirmechi (1897-1957)
 1 minutes  743 views
gelê dûre koyî yarim
qet naygemê giranbarim!
dił bêsebir û xom bîmarim
xudaye xot bikey çarim!!
lew řojî bûm mayîlî ew
lêm ḧeram bû xwardin û xew
řoj bê’eyşim nanûm be şew
demêke dûrî dîdarim!
le hîcirit sûtawe canim
deçê bo ’erş efẍanim
bedaym her le giryanim!
xwaye lem řoḧe bêzarim
kwêrî fîraqî çawekem
be şêtî řûy nawekem
agirî girt henawekem
’îşq têkî da asarim
bêřeḧme zor nîgarî min
gwê nadate hawarî min
nema sebir û qerarî min
bû be ’îşq îş û karim
le beḧrî derd û ẍemdame
le ’îşqit şêt û şeydame
esîrî bendî sewdame
hemîşe dił birîndarim!!
şepolîda dîsan kanîPen name
cogey best bo gułistanî
awîda susin û řeyḧanî
boye awdare eş’arim