emřo çi ’eceb

From the Book:
Dîwanî Kanî
By:
Abdul-Jabbar Agha Doghirmechi (1897-1957)
 1 minutes  864 views
emřo çi ’eceb hatî le pêşim guzerit kird
canim le beden cane be yek ẍemze derit kird
meylit le şeř û ezyete mumkin bû le řengit
bêçare diłim hatî be ẍem piř xeterit kird
ger meqsedî to lem guzere lutif û kerem bû
em camey sûrey ẍezebe bo leberit kird
bem cilweyî celladî wekû hatye xeraman
zanîm ke lebo qetłime wextê nezerit kird
bo xwênî serim her dû birot hate îşaret
xwênřêjî gelê başe ezanî hunerit kird?!
tirsim heye mucirim bî be xwênim le qyamet
pêt xoş nebû em qewle lebo bê kederit kird
pêm sûkîye şahim wekû em xełke bizanê
bo kuştinî kanîPen name ke to ’ezmî seferit kird