dûdî derûnim

From the Book:
Dîwanî Kanî
By:
Abdul-Jabbar Agha Doghirmechi (1897-1957)
 1 minutes  879 views
dûdî derûnim le sema bo seḧab
xwênî siruşkim buwe seyl û ḧebab
kun kune sînem hedefî gullete
dê le diłim dayma bonî kebab
tarîke řêm xwaye bo xot řehberî
lade qemer derçê leser řût nîqab
tewqî cinûn řutbe û nîşanme
xom şehî weḧşî beř û beḧir û serab
agire leyla le serim ’îşqeket
diłpiřî coşe wekû kûpî şerab
çendî bikey cewr û cefa qaylim
çunke cefa pîşete nakem ’îtab!
řojî ceza řenge beřa’et bikey
kanîPen name le dinya gelekit dî ’ezab!