herçende dekem

From the Book:
Dîwanî Kanî
By:
Abdul-Jabbar Agha Doghirmechi (1897-1957)
 1 minutes  890 views
herçende dekem se’î leber qelbî ḧezînim
umîdî wîsałim nîye «bê behreye jînim»
cana wekû birdit ser û mał û dił û canim
řeḧmê bike tuxwa ke neçê mezheb û dînim
bê’are bikem boy be hedef sîney sozim
biřjênê be tîrî mujey em załme xwênim!
ey esmerî şîrîn suxenim kanîy wefay to?
carêkî bipirsî çîye dermanî birînim.
şew ta be seḧer her le fîraqî to enałim
’alem hemû bêzare leber şîn û girînim!!
emřo ke eto arezûy saqîy kerimit kird
xwênî diłme ’eksî lenaw bade debînim!
kanîPen name leber em fîkire dekey badeperestî
ya ne le ezelda ke be mey ḧel buwe tînim