bebê sûç

From the Book:
Dîwanî Kanî
By:
Abdul-Jabbar Agha Doghirmechi (1897-1957)
 1 minutes  890 views
bebê sûç û gunah bo ’aczî lêm ey sitemkarim
dexîlit bim eger ’efûm nekey zor dił be azarim
demêke dił esîrî perçem û çahî zenexdane
tuxwa şahim nekey ger lem kelepçe û bende řizgarim
debînim ḧazirin daym le dewret meḧrem û eẍyar
betenha her emin dûrim, leber em derde bîmarim
şepolî xwênî çawim her wekû emwacî ’ummane
le gêjî pir xeter wek keştîy eskender giriftarim
heta key derd û mîḧnet, ey cefaco detgirê ahim
miruwet sa xelasim ke, nema hîç taqet û çarim
eger pêt bare jînim bo fena sanaye tedbîrim
wekû mensûrî qurban ger bikey bem zulfe ber darim
le hewrî asman kanîPen name ne dengî hewr û barane
mela’îk gişt le giryanin le ah û nałe û zarim