pîrêjnêkî bilbasetî le wextî xoya buwe...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  716 views

pîrêjnêkî bilbasetî le wextî xoya buwe û lêy eqewmê û le řûyşî hełnaye dawa le kes bika. eçête lay ḧemaẍay koye ełê: aẍa! çend řojêke mişk le małekema nabînim! etirsim xanuwekem agirî têber bê. «eme qiseyeke le kurdewarîda taqî kirawetewe ke mişk şwênêkî be cêhêşt ewe ew şwêne agir egrê, boye becêy dêłê» ḧemaẍaş ełê: biço ewe dûbare genim û barêk birinc û hîzeyek řon bere. ba agirî tê ber nebê!