kabrayekî kurd bû be mîwanî małêk...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  934 views

kabrayekî kurd bû be mîwanî małêk, seyrî kird darî binmîçî jûreke hemû çirkeçrikyane. kabra be xanexwêkey wit: «em darane çak kenewe newek şitêk biqewmê?» kabra witî: «hîç nîye ewe zîkir û fîkirî xwa eken!» ewîş witî: «axir etirsim diłyan lay xoyan nemênê û bikewne sucdebirdin!»