le beẍda le kořîka bûyn basî ew kobûn...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  593 views

le beẍda le kořîka bûyn basî ew kobûneweye kira ke ḧukûmey ’êraqî behoy laçûnî peymanî 1930 yewe kirdî û xełkêkî zor le melakanî beẍda û le efendî û pyawmaqûłanî tir bang kirabûn bo nan xwardin û çaxwardinewe, doktor îbrahîm ḧîlmî witî: kuřîne! temaşa ken, em melayane hîç wêłêkyan nîye, lew kobûnewey nanxurdeneda «mêz» danrawe û çêştî lesere, dewrîyekî xałî zor danrawe bo ewe her kes beşî xoy têka û biçê lewlawe bîxwa, keçî melakan her leser mêzeke exun û naçin bewlawe, řêgekeyan girtuwe!

minîş witim: temaşa ken îş çend seyre! êsta ewa to wa ełêyt keçî min tûşî melakan bûm agiryan ekirdewe eyanut: seyr ken em efendîyane çende bê wêłn, ewa mêz danrawe û çêştî lesere, nayen leser mêzeke nanî xoyan bixon, her kes dênê tozêk ekate dewrîyekewe û eçê lewlawe wekû mindałê beşî dirabê be taqî tenha eyxiwa!