kabrayekî kurd jinêkî nahemwarî hebû be...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 7 minutes  959 views

kabrayekî kurd jinêkî nahemwarî hebû be destyewe hatbuwe teng, bê wêłî û bê ’eqłî ew jine dinyay dagirtibû, kabray mêrdî be destyewe tûşî dîq û zîq hatbû hîç çarêkî nedîyewe tenha ewe nebê serî xoy hełgirê û řû bikate wiłatan.

řojêk pêy wit: afret, xo to dinyat le min hênaye teng serit le min têk dawe, nazanim hemû jinê waye ya her to taqe jinî?! ewa eřom, ya emete carêkî tir nayemewe, ya emete em meraqem le dił der eçê. emey wit û lêy da řoyşit!

çend řojêk bebê wiçan deştî girte ber. řojêk germay nîweřo bû, tûşî kanî û serawêk hat, dargiwêzêkî be serewe bû, hîlak û mandû, birsî û tînû agay le dinya nebû, le ser kanîyeke serî kirde ser berdêk û lêy nûst. em kanîyeş kanî jinan bû. zorî pê neçû deste jinêk be goze û kunewe hatin bo aw, kabra le dengedengî ewan xeberî bwewe. yekêk le jinekan witî: hey řo! ew pyawe wadyare ẍerîbe wa lêre kewtuwe. kabra serî řast kirdewe û zor tûře bû lewe ke jin lêreş nayełn tozê biḧesêtewe!

jineke hat be layewe witî: kake bira! řenge ẍerîb bît wa lêre kewtûyt, tuxwa le kwêwe hatûyt? kabraş le daxî xoy witî: erê wełła xoşkim ẍerîbim le ceḧenemewe taze hatûm! jine witî: o! le dewrit geřêm, tuxwa bira hîç agat le ḧeme’elî biram heye?! witî: hey řo! boç ewe biray toye! erê wełła zor çak agam lêye! le beyanîyewe ta êware le jêr lîs û dara lêy eden û şiřyan kirduwe! jine witî: hey řo boç lêy eden? witî: wełła nazanim milyan girtuwe ełên hezar qiřan qerzarî, leser ewe lêy eden, ewîş nîyetî bîdatewe wa ewe cesteyetî! jine destî kird be giryan û şîn û şepoř û witî: ey bira, xoşkit kwêr bê wa wat lê eken.

înca řûy kirde kabra witî: bira le! wequranit wim to eçîtewe bo ewê? witî: ey çon? witim ba tozê lêre biḧesêmewe û ew wexte biřom. jine witî: wequrwanit bim xo êsta hîçim pê nîye tenha em ban ser û lagîre û take taranîyaney serserim nebê, ewîş nazanim çende, eger bitdemê boy ebey? kabra witî: boy ebem, bełam bî bijêre bizane çende eger hezar qiřan piř nekatewe kełkî nîye.

jine ber buwe serupotełakî xoy hemûy dařnî û bijardî, seyrî kird hemûy pênc sed qiřane. be kabray wit: be qurbanit bim eme pênc sed qiřane çîm lê ekey? kabra witî: qeydî nîye bimderê, min xom ebim be zamnî pênc sed qiřanekey tir, sałêkî ke dêmewe em şwêne, to pênc sed qiřanekem bo bênewe! jineke witî: o le dewrit geřêm beser çaw, her ke hatîyewe bo êre pênc sed qiřanekey keşt bo cêbecê ekem. kabra barewheyase û lagîrey le baxełî tund kird û têy teqand, bełam çon tê teqandinê.

jine bo xoşî xoşî geřayewe bo małewe ke biray ledes lêdan û şeře şeqî ceḧenem řizgar kirduwe ke çuwewe mêrdekey seyrî kird jine wekû mirîşkî awe řût kirawî lê hatuwe! witî: erê kiçê ewa kwa tewqe ser û lagîre û take taranîyekanî ser serit? witî o pyaweke! êsta leser kanî jinan tûşî pyawêk bûm le ceḧenemewe hatbû, xeberî ḧeme’elî biramim lê pirsî. witî: şew û řoj lewê kewtuwe lêy eden leser ewey ke hezar qiřan qerzare û nîyetî bîdatewe, minîş hemû tewqiser û lagîrekey xomim daye ke boy berêt û lew lêdane řizgarî bêt hînekanî minîş tewawî nekird, pênc sed qiřanî tirî mayewe - ledewrî geřêm kuřeke kurdêkî necîm bû - witî: xom ebim be zamnî pênc sed qiřanekey tirî, sałêkî ke hatmewe bo êre bimderewe. pyaweke emey bîst, çuwe tasewe witî: jine xwa bitgirê ketnî wat nedabê? le kwêwe řoyşit? a, ew mayîn û tifengem bo bêne.

kabra swar bû be çwar nałe kewte şwên kabra, lêre ha lewê, le derewe le nizîk awayyek be dî kird û pêy lê hełgirt kabray tirîş eyzanî em ketne ke gêřawyetî herwa be hîçe beser naçê, kes û karî em jine her dên be şwênya, ewîş çak eřoyşit û carcarîş lay ekirdewe bizanê kes be şwênyeweye. ew care lay kirdewe seyrî kird wa swarêk le dûrewe toz eka, zanî ke eme be şwên ewa ey kutê. kabra xêra xoy kird be awayyekeda, temaşay kird wa pyawêk le pêy çałêka danîştuwe, cołayî eka řûy kirde coła û çû be layewe û witî: mamey coła çawit lêye ew sware le dûrewe çon be taw dêt? ewe zeftîyey ḧukmete egeřê bo bend û baw. taze fermanêk derçuwe bo zyad kirdinî sulûsatî ḧukmet, ewa hat bo lay to gezêkî pêye her çende çawit kirdibê ey pêwê, le hemû gezêka dû qiřan sulûsatî wiḧukmet zyad eka, minîş wa bo xwa xeberim daytê.

kabray coła witî: ca be qurbanit bim min çî bikem. min lem kesbema nanî xomim des nakewê çon etwanim pêçelaneyekî wazorîş bidem? ewîş witî: îtir ewe xot eyzanî, min her ewende bû xeberekem pê day, legeł eweşa madam to ewende pyawêkî hejarî ḧez ekey hełse biçore ew jûrewe danîşe, min ke hat etwanim cwabî bidemewe û le pê çałekeda boy da’enîşim.

kabray coła hełsa çuwe jûrewe, emîş le pê çałeke danîşt. zorî pê neçû swareke geyşte cê. witî: erê kabray coła pyawêkit nedîwe hatbête êre? witî: bełê hatuwe wa lew jûre danîştuwe. kabra le maynekey dabezî û tifengekey dana û çuwe lay kabray coła, her ke ew çuwe jûrewe em hesta swarî mayne bore bû, tifengekey kirde şanî witêy teqand.

kabra, ke çuwe jûrewe witî: erê kuře segbab ew lagîre û tewqe sere û paranet bo le jinekem senduwe? ewîş witî: qurban be serî to min řojî dû gez caw eger der bikem beşî nanî xom naka êsta sulûsatî çîm lê estênin? kabra witî: kuře gezî çî û cawî çî? min çît pê ełêm û to çîm cwab edeytewe? witî: qurban her eweye. ke ’erizit ekem natwanim bacî dû gez caw bidem. înca kabra tê geyşit ke eme kabray derewe gułî lê dawe xêra der peřîye derewe seyrî kird, mayn û tifengekey nemawe û kabray pêçałîş dyar nîye.

herçend be şwênya geřa hîç. îtir golegol: be pêyan deştî girte ber û geřayewe małewe. jinekey lêy pirsî: pyaweke ewe kwa mayn û tifengeket? witî: wełła jineke tûşî kabra bûm û basî ḧeme’elî biratî bo gêřamewe, minîş mayn û tifengekem daye lebatî pênc sed qiřanekey tir, ba biçê zû řizgarî bêt.

kabray tirîş be pênc sed qiřan û lagîre û take taranî û be mayn û tifengêkewe geřayewe małî xoy û legeł jinekeya řêkewt. witî: jineke kiřnoş bo keryetî to ebem ke emanet dest xistim, xemit nebê min be hełeda çûbûm to çakî hemû jinêkî.