kabrayekî kurd mêgele meřêkî hebû, xoy...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 7 minutes  914 views

kabrayekî kurd mêgele meřêkî hebû, xoy şwanîyekey ekird, jinêkîşî hebû «ḧebê»y naw bû, řojê kułabû be destyewe, êwaran řanekey direng ehênayewe, jine darêkî lê heł’egirt û ehate wêzey, eyut boç direng řanit hênawetewe? zû eyhênayewe dîsan têy ber ebû, eyut: boç zû hênawtetewe?! kabra serî lê têk çûbû ney’ezanî çî bika. sałêk dû sał bem core, be têhełdan řaybiward, hawřêyekî hebû řojêk pêy wit: erê bira dwanze mangey sał xwa to ebînim pejare daygirtûtî, çît lê qewmawe? ewîş witî: bira çît pê biłêm, ḧałim bedes jinekemewe perêşane û be carê dinyay řûnakî lê kirdûmete şewî tarêk û be hîç cor řizgarim nabê. hemû karesatî beynî xoy û jinekey bo gêřayewe. ewîş witî: çarî asane. min tegbîrêkit bo ekem, eger wa bikey řizgarit ebê le destî. witî: be qurbanit bim kwa çarêkim bikey? adey pêm biłê. pêy wit:

sibeynê le wexta řaneke berewe, jineket lê tûře ebê ełê boç zû řaneket hênawetewe? toş biłê jineke deng meke îmřo le demedemî êwareda le fiłane eşkewt xezneyekî ałtûnim berçaw kewt, zû řanekem hênayewe bo ewey lewexta binûm we byanî pêş mela bang dan tark û lêł hestim kes pêy nezanê biçim dirî bênim. înca ew ke gwêy le ałtûn ebê pêt ełê ebê pêkewe biçîn, toş bêne legeł xotî bere, lewê bîxere eşkewtekewe û xot bigeřêwe, bem core le destî řizgarit ebê!

kabra weku hawřêkey pêy wit, bew core êwarey zû řanekey hênayewe, jine qîjanî beserya ewe boç zû hatûytewe? kabra qisekey bo gêřayewe. jine witî: bêfeřî wawa lêkiraw, çon her xot eçî? ebê minîş bêm, etewê biçî xezneke derbênî û le minî bişaryewe! wełła řoḧîşt derbiçê ebê pêkewe biçîn! kabra witî başe afret êsta min çîm wituwe?!

ew şewe her pet û gurîsêkyan hebû hemûyan kokirdewe û beyanî le pêş mela bangidana lêyan da řoyştin ta geyştine ser eşkewteke. jineke witî: ke eçme xwarewe be arezûy xom ałtûn dênmewe derewe, to lêy nazanî!

pyawe hênay çend gurîsêkî pêkewe best û serekey le naw qedî jineke qaym kird û day hêşte xwarewe, dû sê gurîs řoyşit înca xencerî derhêna gurîsekey biřî û afret kewte xwarewe! jine le xwarewe bangî kird: pyaweke min kirdibêtim to netkirdibê. pyawe witî: biřo segbab! xo to eme çend sałe minit kuşt. îtir lêyda geřayewe.

em eşkewte hî dêwêk bû. êware ke dêwe hatewe ḧebê çû belayewe û tefrey dêwekey da ke ney xwa, dêwe herçend bołe bołî kird ḧebê gwêy nedayew sazî kird. îtir dêwe be her cor bû řa hat û guzranî seg mergî legeł ḧebêda ekird. ḧebê tengî bewîş hełçinî! zorî pê neçû, deng biław bwewe ke kiçî padşa şêt buwe padşayş her ew kiçey heye herçend legełî xerîk bû çak nebwewe cařyan da be wiłata herkes em kiçe çak ekatewe padşa kiçekey lê mare eka, bełam eger yekêk witî: çakî ekemewe we le paşa neykirdewe, le serî eden. řojêk dêwe hat belay şwaney mêrdî ḧebêwe. witî: fiłanî to çend sałêk cezrebet kêşa be dest ḧebê gyanewe, le paşa kirdit be tûşî minewe we xotit řizgar kird. êsta minîş weřez bûm we debê deşt bigirme ber serî xom hełgirim be dest ḧebêwe. kiçî em padşaye min xomim pêşan dawe boye şêt buwe, êsta min naçarim leber ḧebê gyan em wiłate becê bêłim, ke be cêm hêşt leber çawî kiçe la eçim û kiçe çak ebêtewe, ca to heste biçore lay padşa biłê min çakî ekemewe, ba lêt mare kat û tozê biḧesêytewe, çunke min ezanim be dest ḧebêwe çît çêştuwe! bełam her em care em îşet legeł ekem, ewa pêt ełêm iger carêkî ke yekêkî ke şêt bû hatne lat û toyş çûyte serî ewa et kujim.

kabra witî: dêwe pyawî çak be min le pizîşkîym çî? wazim lê bêne ba be şwanî xomewe řabwêrim, min her le dest ḧebê řizgarim buwe besme, hîçim nawê, bo çî serim be fetareta edey eger mebestit le naw birdinme her xot bimkuje û memdere dest padşawe! dêwe witî: emewê çaket legeł bikem, hełse biço, bełam eger carêkî ke biçîte ser yekêkî tir bêguman be ke etkujim.

kabra çar naçar hendê şûşe û teputozî xiste naw xurcêkewe we be tirs û lerzewe řûy kirde koşkî padşa û min pizîşkim û hatim kiçî padşa çak ekemewe! padşa bangî kirde lay xoy û pêy wit: kuře eger çakî nekeytewe leserit edem! witî: başe! we qaqezyan bo yek nûsî eger em kiçekey çak kirdewe padşa lêy mare bika, eger çakîşî nekirdewe le serî biden!

le paşa kiçe keyan kirde jûrêkewe kabra be layewe. seyrî kird dêweke lewêye herwa bedro tozê xoł û mołî le şûşeke derhêna û kirdye naw aw we hełî sûřand le leşî kiçe ke we hendê demû pilîşî pêk dada, goya do’ay besera dexwênî! lew kateda dêweke be kabray gut: «be do’a» û řoyşit û xoy leber çawî kiçe win kird. kiçe çak bwewe û bû be şayîloẍan û zemawend. le paş beynêk padşa kiçey le kabra mare kird û îtir kabra kewt be ser xezne û xêr û bêrda.

yek dû sałêkî pê çû padşayekî dirawsêy em padşaye hebû - ke le wiłatêkî tir bû - ewîş taqe kiçêkî hebû şêt bû, tumez dêweke, le dest ḧebê hełatuwe û çote ew wiłate xoy bew kiçe nîşan dawe û ewîş şêt buwe! hatin lem padşaye pařanewe ke ebê zawaket em kiçey êmeş çak katewe, padşa řûy na le kabray şwaney zaway û witî: emane dirawsêmanin ebê biçî û kiçekeyan çak bikeytewe. kabra witî: bo xatrî xwa wazim lê bêne min hîç nîm û em îşane îşî min nîn. em zorî wit û ewan kemyan bîst le axir hesta çuwe małewe, wesyetî xoy kird û xurcekey hełgirt û lêyda řoyşit bo małî padşakey ke. çuwe jûrî kiçeke, temaşî kird wa dêwe lewêye dêweke witî: ha, wawa lê kiraw pêm newtî min her tenha yekcar ewet le geł ekem? eger carêkî ke biçîte ser yekêkî tir etkujim, êsta îtir çon hatwît bo êre?!

ewîş witî:

qurban xo bo ewe nehatûm ke em kiçe çak bikemewe. witî: ey bo çî hatwît? witî: hatûm bo ewe ’erizit bikem kewa ḧebê leber qapî řawestawe! dêwe ke gwêy le nawî ḧebê bû witî: kwa bo xatrî xwa! emey wit û le tirsana boy der çû! ke ew nema kiçekeş bo xoy çak bowe.

eme ketnî ḧebê gyan ke tenanet dêweyşî bezand!