kabrayek dû jinî hebû, yekêkyan sere...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  595 views

kabrayek dû jinî hebû, yekêkyan sere û yekêkyan cehêl. pîrêjneke her řojê buxtanêkî bo jine cehêłe heł’ebest, kabřa hîç gwê ne’edaye - řojêk pîrêjin be mêrdekey wit: nazanim to! çi şîrînîyekit bew kiçetîweda çuwe? hemû şewê gû ekate jêr xoy! kabra witî: eme çend wexte le lame bo çî carêk nemdî gûy kird bête ser cêge? pîrêjin witî: heta le xew heł’estî, eçê eyşiwa! kabra witî: min be çawî xom neybînim biřwa nakem. pîrêjin witî: şerit bê nîşanit bidem.

sê çwar řojêkî pê çû beyanîyek ke kabra û jineke le heywan nustibûn, pîrêjin bebê derpê le jûr hate derewe temaşay kird nustibûn, hat be pele, tepê gûy kirde naw jinekey tir û heřay kirdewe jûrewe ke derpêkey lepê bikatewe! kabra bexeber bû agay lêbû ke pîrêjin çî kird. destî kird be baxełya lîreyekî ałtunî derhêna û xistîye naw guwekewe û xoy be nustûyî xistewe!

pîrêjin hat û witî: hetîw hełse min em wit kiçe hetîweke gû ekate jêr xoy to baweřit ne’ekird? de temaşake. kabra temaşayekî guwekey kird û witî: oxey ewe lîreyeke le nawya, xozge hemû şewê bîkirdaye!

pîrêjneke witî: kuře bêne lîrekem biderewe bew qur’aney ew melaye lêy xwênduwe gûy xome hî ew nîye!