ełên le zemanî zû lew serşîwî seqze...
ełên le zemanî zû lew serşîwî seqze, kabrayek «şake»y naw bû, jinêkî hebû, «şîrîn»y naw buwe. şake hełsawe û çote qełay «keriftu» çil sał nwêj û řojû û bendayetî bo xwa kirduwe. le paşa hatotewe be jinekey wituwe: şîrîn! ewa çil sałem tewaw kird, êsta heqî ewem heye ke sê nyaz bikem le xwa û hersêkî gîrabbê. ca to bełêy daway çî bikem?
şîrîn sê û dûy lê naka ełê: dawa bike xwa cwanîyek bida be min ke le dinyada hawtam nebê! şake epařêtewe le xwa û nyazekey gîra ebê. şîrîn ewende cwan û nazdar ebê le hemû dinyada herbasî nazdarî ew ebê! şîrîn ke nawbangî xoy ebyêtewe zorî pênaçê, le xoy bayî ebê, ełê: min bem nask û nazdarîye bo çî dabnîşim belay pîremêrdêkî wawe ke nan nîye bîxwa! şake û mindałekanî cê dêłê û eřwa! îtir hemû kes quřaw exwatewe ke şîrîn qisey legeł bika.
em dîmene kar ekate diłî şakey mêrdî. şake du’ayekî lê eka kilkêkî lê peyda ebê! şîrîn ke leser ew cwanîye em kilke be xoyewe ebînê, peşîman ebêtewe û dêtewe bo lay şake û be dewrey małekeda çend şew û řoj esûřêtewe û le naw xoł û quřa xoy egewzênê û egrî, şakeş her gwêy nadatê. le axra le ber ewe daykî mindałekanî! bem core şake nwêj û řojûy çil sałî leser xatû şîrîn dořand û le axra des le gûnan berew jêr boy derçû.