dêkanî berî sîrwan, řojêk daryan bo małî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  542 views

dêkanî berî sîrwan, řojêk daryan bo małî wesman paşa ehêna, kabrayekî zor kułebney kele qewî gwêdrêjêkî kulekey bar kirdibû, yekleyekî gizgiltir bûn, paşa kabray cucey gil dayewe, çaket û pantołêkî řawyan bo kird û fêsêkî seyrîşyan naye serî. ’ewlqarêkî zor kełegetîş lay paşa bû fincanî qaweyan piř ekird û eyanxiste ser sînî, eyandaye dest ’ewlqar. paşa be cucey ewt: to fincanekan yeke yeke leser sînîyeke dagre û bîde be xełkeke le dîwexan. cuceyş be peyje ne’egîşte qawey ser sînîyekey ’ewlqar. hîçî bo nemayewe ewe nebê, çû le dwawe gunî ’ewlqarî girt, ’ewlqar danewîyewe û înca qawekanî leser sînyeke dagirt û day be mîwanekan!