ḧacî tofêqî pîremêrd gêřayewe witî...
«ḧacî tofêq»y pîremêrd gêřayewe witî:
kabrayekî «koze řeqeyî» hebû «meke»y naw bû, sałêkyan bêstanêkî tirozî eka, be hełkewt berêkî zor egrê, hemû řojê karwanêkî lê efroşê, yekêkîş le cadekey sabûnkeran nawî «maw zeř» ebê, ke «meke» bare tirozî dênê lewêwe tê’epeřê û eybate bazař, emîş şwênî ekewê, ke kiřyar dête ser tirozîyekan xoy tê heł’equrtênê dest eka be tarîf kirdinî tirozî û be dewr û piştî kabray muşterîda heł’esûřê û her ełê: çemîleye û xirmey dê! ta tirozî efroşê. nayşizanê eme nawî «meke»ye her ełê: kak xidir wa û kak xidir eme. kak xidir lemewdiwa ke barit hêna bangim ke bizane çonit bo efroşim, min wa be destimeweye şayêk le homere kwêr ekem. kuzereqî û xeracyanî û darbeřuleyî bang ekem, emendeyan biław û goşt der xward edem ta le lûtyan dêtewe!
«meke» ş ełê: lalo min carê nawim - xidir - nîye we ta êstaş şayî kes neçûm û piławî kesim nexwarduwe, to be řê xot û min be řê xom. mawzeř wazî lê nayênê, dîsan têy e’ałê û dest ekate milî û ełê: lalo xidir ke ser şayî kes naçî were bitbime kebabxane ḧazir û bizir kebab bixoyn.
îtir le kołî nabêtewe, laye zor û laye xwahêşt řay’ekêşête kebabxane, le řê tûşî «mela ferec» dên. mawzer ełê: mela toyş fermû. be dizîyewe be mela ferec ełê: to kebabit xward zû hełse biçore derewe û bigeřêrewe be pelepel bang ke ya şêx kabrakey selemî řonit lê kirdibû destit ne’ekewt ewete tê’epeřê!
le ser em tegbîre eçne jûrî kebabxane, bayî dû řupê kebab exon, mela ferec zû eçête derewe, bang eka: ya şêx qerzareket têpeřî. ewîş lepiř derpeřî û «meke» lewê emênêtewe her çaweřwane şêx - ke nawî nazanê - bêtewe û parey kebabeke bida, her nayetewe, emîş gwêdrêjekanî le meydaneke cêhêştuwe tenge taw bû, heł’estê biřwa, xelfe ferec pîř eygirê parekey le baxeł derdênê! înca be bazařa wek şêt řa’eka û ełê: eme fîqey pêkî zornay şayyekeyetî, hêşta hełperkêy homere kwêrman mawe!