le xêłêkî kurdî gełałî lew kurdewarîye...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  626 views

le xêłêkî kurdî gełałî lew kurdewarîye řojêk dengubasî cejin bû. zelamêkyan nard bo dêyekî dirawsêyan bizanê cejne ya cejin nîye! kabra çû temaşî kird wa le xanûyêkda xełkêkî zor kobûnetewe, kabrayekî serispî le lay serûyanewe danîştuwe. ew şitêk ełê û ewan boy esênnewe. tumez eme melaye û tekbîrî cejin da’eda! kabray kurde îtir hîç deng nakaw egeřêtewe dwawe, lêy epirsin çî bû? ełê:

kure yêjim çî bû koçkî toy lê newarê! le xangeke pyagelêkî fire danîştibûn, kawrayekî ser çermigyan tya wu, her ew egefî û ewan egefîn, bełam gwî nenkî exwa gefey ew gefey ewan nawřê êsta xwardigyane!