cûlekeyekî qerdaẍî gwêdrêjêk edzê...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  654 views

cûlekeyekî qerdaẍî gwêdrêjêk edzê, le dway beynêk lelay kabrayekî «caferanî» be serî egrêtewe, hendê parey be kałe diřane edatê û gwêdrêjekey lê esênêtewe. řojî cim’e ebê paş ’esir ełê îmşew şemeye pêwîste biçmewe qeredaẍ, kereke řa ekêşê û ekewête řêga. kabray caferanî hawřêyekî legeł xoy ehênê û be dwaya dêt û xoy řût ekatewe û hemûleşî xoy le quře řeşewe eda. xwaceş hewsarî kerekey be desteweye řay’ekêşê, zor etirsê nawêrê awiř bidatewe dwawe, tarîk dahatuwe. kabra be hêwaşî hewsarî kereke da’emałê û eyka be serî xoya û gwêdrêj eda be hawřêkey û ełê: to biřo! xoy hendêk be hewsarewe eřwa dwayî ełî wa çake ke xomî lê aşkira bikem. pê le erz qaym eka û nařwa, xwace dû sê car ełê: heçe were, kełkî nabê. ke awiř edatewe çawî pê ekewê û kabraş lêy emrênê. cuwe deste řeşme bereła eka û quşne qewt betaw xoy ehawêjête dêy qeredaẍewe. şew û řojêk bê ziman ekewê. ke dêtewe hoş xoy lêy epirsin çî bû? ełê: xizmîne kerekem beser girtewe û hênamewe. şew le nîwey řêda le naw dar û dewenekana lêm bû be «řimuzin» û kewte şaxekan!

yaca wityan le paş çend řojêk xeberyan daye ke kereket le fiłane dêye, cuwe eygut: ’ezîzim be ḧezretî mûsa min xom be çawî xom dîm kereke bibû be řimuzin û daye kêw, çon êsta baweř ekem mabê?!