ḧeme beg witî: kabrayekim labû nawî qadre...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  960 views

ḧeme beg witî: kabrayekim labû nawî qadre sûrî lek bû, řojêk basî pyawî nwêj qaym û dîndar ekira! qadre sûre witî: naşukirî nebê zeman xirap buwe kes tirsî xway nemawe, xełkî be teng nwêj û řojuwewe nîn, sałêk legeł bîst swar hemewen çûyn bo cerdeyî, le qate qatekanî kerkûk karwanêkman řût kirdewe, serkirdeman mexol hemewen bû - be řeḧmet bê - be destî xoy pênc kes le karwanekey kuşt! hemû bar û şitûmek û wiłaẍekanman hêna geyştîne şîwe sûr, bistêkî mabû řoj’awa bibê, hezar řeḧmetî lê bê mexol bangî kird: ’eşret nwêjim nekirduwe. dabezî be pelepel destinwêjî şit û neyhêşt nwêjekey biçê, nwêjî xoy kird! înca êsta pyawî weha dîndar mawe?!