kuřêkî kurd hebû gałteçî bû, hemû řoj...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  735 views

kuřêkî kurd hebû gałteçî bû, hemû řojê ke eřoyştewe małewe daykêkî pîrî hebû lêy epirsî: řołe dengubas çîye? řojêk dîsan pirsî, kuřeş witî: be xwa daye îmřo be fermanî paşa cařyan da herçî bêwejnêk danêkî mabê ebê şû bika, herkes neyda be şû tûşî cerîme ebê! pîrêjneyş witî: řołe dexîl xot tûşî cerîme meke, ewete, min dû kutere danim mawe!