şêx ’ezîzî canewere eçê bo dîdenî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  916 views

şêx ’ezîzî canewere eçê bo dîdenî mewlewî, le řêgeda tûşî kabrayekî beraz xorî qełxanî ebê ke - dû jinî legeł ebê - lêyan epirsê: bo kwê eçin? kabra ełê: qurban emane her dûkyan jinî minin, yekêkyan dwanze sał û yekêkyan pênc sałe jinî minin, hîç mindałman nîye, eçîn bo ser merqedî mela mistefay bêsaranî, bełkû xwa mindałêkman batê. şêx ’ezîzîş le parçe kaẍezêk em dû şî’reyan bo enûsê:

bêsaran mawa, betir û beř
ama we yanet yekane û dû deř
ce dewrî yanet mekeran hołe
pêşan kerem ker ciftî par kołe!

eyda be kabra û pêy ełê: eme bixere naw gumezekey şêxewe.

be řêkewt sałî dwayî şêx ’ezîz řêy ekewête małî ew kabraye, jinekan eynasnewe heryeke kuřêk dênin û eyxene baweşyewe, ełên: par, ke çûyne ser merqedî şêx û kaẍezekey toman fiřêdaye naw gomezeke û hatînewe, xwa her yeke em kuřey pêdayn!