qazî bayezîd espêkî hebû, hemû car...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  959 views

qazî bayezîd espêkî hebû, hemû car swarî ebû eçû bo sera û pêy ehatewe, řojêk qur’anî exwênd tûşî ew ayete bû ke ełê: «ûەمەا mîn دەابّeةٍ fîy alْئەەرْzî îylّەا ’eley alilّehî rîzْقûهەاArabic». hênay espekey beřełła kirde naw şar bo gyanî ew ’aleme! espe, kewte kołanan û ser dûkanan, sa, xwa çî dabê le twêkłe bayncan û le tirozîyey kirmê û le twêkłe şûtîy řizîw eyxiward û pêwe ejya!

řojêk espeke to selamet, qazî witî: be pyawekey biçêt çend koł hełgir û xołřêjêk bênê bîbene qerax şar fiřêy den, ewanîş ke hatin daway de qiranyan le qazî kird bo fiřêdanekey, qazî witî: daway pare le pyawî wekû min çon eken? yekêkyan hesta û witî: qurban ême hîç derametêkî tirman nîye bêcge lem core şitane nebê, cenabî qazî - xwa řawestawî ka - derametêkî zorî heye û pyawêkî dewłemende, lem şitane hemû wer’egrêt: «mare biřane û serqełemane, kefarey swên û û nwêrdiwî cumane, heqî qewałe û kirê ḧewałe, parey tełaq û morî kaẍezan, bermeşke kere û noberey řezan, paşmawey weqif û mîrat beşkirdin, mûçey derz witin û pêş nwêjî kirdin!».

qazî witî: be pyawêkî wekû min çon şitî wa ełên? êwe hemû xêr û bêrî wiłateke ko ekenewe û hezar qapîtan heye bo nan peydakirdin: «cilî mirduwan û parey zyaretan, çiłkawî małan û giskî kołanan, teneke şikaw û tengey piçřaw, dizî çiłedar û girtikî nekuław, parey xêrat û mirdû hełgirtin, ker fiřêdan û seg be kêş kirdin, cejnaney dûkan, kirasekonî cwan, nurdiwî ladêy û paşmawey mîwan!». emane hemû wer’egirin, bêcge le gwêle nokî xa pîroz û miste sawerî bin kupey daye efroz, legeł eweşa em espe ke birditan fiřêtan da pêstekey berin bo debax û kilkekey bo qerec û yałekey bo mutab û nałekey bo xawen koşk - bo çawezar bîka be ser koşkekeyewe - emane hemû destitan maç eken, îtir çon hîçtan nîye û daway şit le pyawêkî wekû min eken?!

înca kabra hestayewe û witî: qurban! cenabî qazî, bemaney fermût êmet kird řazî! bîke be xêrî gořî cwanemergeke şitêkman biderê ba du’a bo serî cenabit û padşay wiłat bikeyn ke em hemû xêr û bêretan pê dawîn!