ewřeḧman paşay baban kitêbêkî şanamey...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  1100 views

ewřeḧman paşay baban kitêbêkî şanamey diřawî peřpûtî ebê, melayekî seḧaf bang eka ełê: em kitêbem zor çak bo çak bikerewe. mela kitêbeke eba û le dway çend řojêk eyhênêtewe, paşa, ke temaşay kitêb eka ew peřaney ke le cêy xoya nemabû hemûy xistûtewe cêy xoy û ew cêyaney ke diřabûn mela leser kaẍezêkî cwan nûsîwyetyewe û pîney kirduwe û be cizuben kirawî û bergêkî başewe hênawyetewe.

paşa zorî pêxoş ebê û efermiwê: mela çît ewê dawa bike. mela ełê qurban řezêkî tirêm heye le dêy qułeřeş bifermû řezanem lê nesênin, îtir du’agot ebim. paşa emir eka be fermanê qułeřeş biden be mela be xak û berawewe ba bo mela bê. mela fermaneke wer’egrê û eřwa.

le dway sałêk dêtewe xizmet paşa ełê: qurban xwa řawestawit ka, hatûm dêy qułeřeştan pê bidemewe. her ewendem merḧemet legeł bike řezekem řezaney nebê. paşa epirsê boçî? mela ełê: qurban sałanî pêşû ke xawen dê nebûyn hemû wextê nanî coman exward be wişkî, yan be dowe û le naw ḧefteyekda carêk şorbaman lê ena, we ya nan û doşawman exward, êsta jin û mindał hemû řoj piław û goştyan lêm ewê û daway cilî cwanim lê eken... ewîş temaşa ekem derî nahênê, leber ewe emewê biçînewe doxekey caran!

paşa efermiwê: madam mał û mindałit fêrî xwardinî xoş û cilî çak bûbin taze natwanin leserî labçin. ewłaẍey wezîrî małye bang eka û ełê: sê dê - ke bê xawen bê - bidozerewe bîxere ser qułeřeşî mela. ewłaẍa seyrî defter eka û ebînê ke «teřemar» û «zořname» û «teq teq» bê xawenin, eçê ferman enûsê ełê: «namane ser qułeřeşî mela, teřemar û zûřnaser û teq teq!».