dewrî zû kabrayekî hecîcî dête binarî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  916 views

dewrî zû kabrayekî hecîcî dête binarî şarezûr řeqeyek le qeraxî çemî «delên» edozêtewe, gurc hełî’egrê eyxate naw hemanekewe - ke le kołyaye - eybatewe be dyarî bo fereydûn beg. ewîş nazanê eme çîye pênc şeş pyawî řîşsipî gird ekatewe û ełê: «melêk perêm awirden, adey bizanin çêşen?» ke temaşa eken, yekêkyan ełê: eme seqaquşe gulleyan lêdawe bałî hełpiřûkawe. yekêkî tiryan ełê: na wa nîye, eme masî dême! yekêkî tir ełê: xayr îne bazen min xasiş meşnaso! yekêkî tir ełê: nexêr îne ne qazen û ne bazen, îne bulbulî xoş awazen, le ser çiłan menîşo, pikłî, pikłî mewaçu! kabrayekî şarezûrî bo «tû» kiřîn çû bû bo ewê, pêyan ełê: babe eme řeqeye û le şarezûr zore fiřêy den.