kabrayek le xenedanêkî zor gewre mał...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  813 views

kabrayek le xanedanêkî zor gewre mał û mułkêkî firawanî be mîratî bo mabuwewe, bełam ney’etwanî be xêwî bika û bîhênête berhem. řojêk le dîwexan danîştibûn legeł kuře gewrekey em qisaneyan dekird; řûy kirde kuřekey û witî:

mułkaney pênc şeş dêman ke le lay miskênekane, heta êsta çend carim pê witî: biço werî gire bo çî neçûy? kuře witî: hêşta neçûm, dû sê řojî dîke eçim werî egirim qey çî eka?! bawik witî: ey dêy «kanî pan» man dawe be kwêxa bekir be îcare, dû mang le pisûlekey têpeřîwe, bo çî neçûy parekey wer bigrî? hîçman nîye xercî keyn. de biço werî bigre. kuř witî: carê werim negirtuwe, pelet çîye be şêneyî werî egirim! înca le tenîşt bawkewe babe ’elî tekyeyî danîştibû řûy têkird û witî: be xwa ya şêx wecaxim kwêre! babe ’elîş pêy wit: be xwa aẍa! naşukirî nebê bawkî řeḧmetîşt her wecaxî kwêr bû!