řojêk kabrayekî kurd le heywan danîştibû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  1096 views

řojêk kabrayekî kurd le heywan danîştibû goştî mirîşkî sûrewekiraw û hêlkey kuław û kulêre be řonî exward. kabrayekî swałker lew wexteda hate ḧewşe bangî kird: birsîme ewe çî exon le řêy xwada beşim biden. kabray xawen mał gurc řanêkî mirîşk û hêlkeyek û kulêreyekî daye dest jinekey witî: boy bere. jineke boy bird û daye û geřayewe. ke mêrdekey temaşay jinekey kird ewa firmêsk be çawya dête xwarewe ełê: ya řebbî elḧemdulîlla. kabra pirsî: kiçê bo çî egrî? witî: bexwa ew swałkere wextî xoy mêrdî min bû zor dewłemend bû, êsta ke dîm swał eka bezeyîm pya hatewe û heqî besermeweye boye egrîm. lêy pirsî: ey bo çî elḧemdulîlla t kird? witî: emeş ḧekayetêkî lesere. kabra witî: to xwa eger pêm nełêy?

jineke witî: mêrdeke, carêk em swałkere - ke mêrdim bû - wekû emřoy to danîştibû nanî exward, swałkerê hat hawarî kird: birsîme ewe çî exoy beşim bide. mêrdekem neydaye, feqîrekeş neřoyşit her daway ekird, axrî hełsa pelêkî feqîrekey girt be pałepesto kirdîye derewe û dergay daxist û hatewe destî kirdewe be nan xwardin. feqîreke be řakirdin çuwe ser baneke û bazî daye xwarewe û dîsan hawarî kird: çî exoy beşim bide zorim birsîye. minîş tikam lê kird xêrî ega beşî bida. kabra wekû hîçî nedaye darêkî hełgirt, sê darîşî lêda û dûbare kirdîyewe derewe.

înca minîş ewey ew řojey ewm bîr kewtewe le geł emey êstay toda kewa to ewende diłit çake û beşî ewt da, şukir le ser ewe ekem ke to ewende řijd nît. kabray mêrdî witî: em swałkere fiłanî kuřî fiłane, ke małî le fiłane cê bû? witî: bełê. witî: desa jineke ew swałkere ke to gêřatewe min bûm ke hatim pařamewe hîçî nedamê û derî kirdim û leber birsêtî çûme serban xom xiste xwarewe û dîsan hîçî nedamê û sê darîşî lêdam!