hetîwêkî keçełey řûtełe hebû nawî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  981 views

hetîwêkî keçełey řûtełe hebû nawî «sête» û gawanî «kanî manga» bû, hemû řojêk nanêkî be xêrî şeytan eda be hejarêk. řojêk şeytan le ser kanîyekey «kanî şeytan» hate lay, witî: hemû dinya dujminî minin, to bo çî xêrim bo ekey? gawan witî: çunke xełkî hemû dujminî ton, minîş le řiqî xełk tom xoş ewê! şeytanîş destî kird be baxełya bilwêrêkî derhêna û day be gawan û îtir du’axwazî lê kird û řoyşit. gawan witî: ba nextê bilwêr lêdem. le geł fîqey bilwêr be carê gagel kobûnewe destyan kird be hełpeřîn! mangay pîrêjnêk serçopî ekêşa, kewt û qaçêkî şika! êware pîrêjin, ke mangay be qaçî şikaw bo hatewe, destibecê be řakirdin çû bo lay ḧakim şikatî kird. ḧakim sêtey bang kird û witî: kuře boçî qaçî mangay ew pîrêjnet şikanduwe? witî: qurban min bilwêrim lê eda gageleke hemû heł’epeřîn, mangay pîrêjin leser xoşîy serçopîda kewt û qaçî şika! ḧakim witî: kuře hetîwe keçełey negbete çilon manga heł’epeřê? witî: qurban be bilwêrî min heł’epeřê! witî: a bizanim çilon bilwêrêk lê edey? sête bilwêrî le piştî kirdewe, le geł destî kird be bilwêr lêdan ḧakim hełsa destî kird be hełpeřîn! witî: pîrêjin natkewê, - pîrêjin natkewê! pîrêjnîş dû deste siřî girt be destewe û destî kirde sê pêyî û witî: qurban bîşim kewê her namewê, bîşim kewê her namewê!