hemewend dabûyan be ser xêłêkî cafda...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  2345 views

hemewen dabûyan be ser xêłêkî cafda hîçyan bo nehêştibûn, pyawêkî xêłeke le çingyan derbaz bibû, le ser ḧewzekey mizgewtî mela ḧiseynî pîskendîPerson le silêmanîLocation demuçawî eşwa. em karesateş be silêmanîLocationda biław bowe. lew kateda mela ḧiseyn le kabra epirsê: ha bira, çî heye? çî nîye? kabray cafeş ełê: bira çî bwê? pyaw bû kujrya, mał bû birya, dê bû sûtya, îtir çî ma!

min qisey em pyawe cafem gelê gelê le qisey ew pyawe buxarayye pê cwantire ke le 616y hîcrîda çengîzxanî meẍûlPerson şarî buxaraLocationy sûtand û xełkekeşî kuşt, em hełhat, le řêgeda bas û xwasyan lê pirsî witî: amdind û kindind û suxtind û kiştind û birdind!Persian.