daxim le dił daxan nya

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 2 minutes  778 views
daxim le dił daxan nya, herwa le baxan bê beşim
pişkûtuwe ẍunçe û emin, dił ’eynî wek pişkûy geşim
bo ew nîgarey diłkeşim
mecnûnî kurdan ger minim, kwa leylekey xawen wefam
ger şayenî ew mehweşem, kwa camî piř şewq û sefam
min layeqî cewr û cefam
yaran eger min muşterîm, sa boç nebê zuhrem qerîn
miřîxe talî’im we ya, beşme diłî zar û ẍemîn
besme henasey agirîn
boy bopřûzî bałekem, day le demaxî asman
giryan be ḧałî zîlletim, cumley ’ezîzanî cîhan
to her wekû xot bê eman
aman lew katey ke min, meḧrûm kiram le baẍî dił
mayey wîsalî tom nebû, ẍeyrî ’eza bo daẍî dił
bê nûr û bê çiraẍî dił
hana le ew wexte ke min, bê beş kiram le małî xom
neyhêşt cefa, pinhan bikem, serê lebin jêr bałî xom
te’bîr çilon kem ḧałî xom
sûtam piřûzam hawdeman, be agirî fîraqewe
mirdim nemawim dostekan, be derdî îştyaqewe
be mîḧnetî nîfaqewe
tahîrPen name çi ḧasił derdî dił, ne dił le la û ne diłberit
pê da mekêşe besyetî, ba pê wiłu nebê serit
bimre bo baxî bê berit