dwê şewê; ta bedemî cîlweyî sułtanî xuten

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 2 minutes  830 views
dwê şewê; ta bedemî cîlweyî sułtanî xuten
’eyşî me, te’ne zenîmeḧfelî xaqan «peken»
serleber çîde, besatêkî xidêwî bewîsaq
yek yek amadey syaqêkî şehane, be meken
’eceba mecme’î me, ew şewe ta meddî nezer
badebû, sadebû, bo turkanî xeta, mahî xuten
terefê nay û ney û mutrîb û sentûr û řubab
terefê cam û mey û bade û quřabe û den
bade û sade û me’şuq û diłaram û nedîm
’enber û mecmer û espend û ’ebîr û laden
nar û naringî û narinc û bey û sêb û enar
şehd û şîrînî û nuqił û şekir û şem’ û legen
’ûd û besbase û kafûr û gułab û sendeł
yarbû, mîwey newçîde, şerabêkî kuhen
çeng û şaşeng û qerenay û kemance û tenbûr
berbet û mezmir û awaze û tar û neyzen
zerbigîr: eḧmed û baqî; be: def û dayere
tarzen: xurde sułtan û silêman û ḧesen
muxteser, herçî be’esbabî tereb bête şimar
serbeser cumle muheyyabû, bewechî eḧsen
lale řux û tel’et û gêswî bitan, seḧnî řewaq
lalebû, guł bû, şeqayq bû, semen bû, sewsen
le leb û çîhrey xubanî«çegîl»y kulbeyî me
ta biguncaye guł û ẍunçebû, xermen, xermen