bebała: biłind û beqed: şuş û barîk

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 4 minutes  1268 views
bebała: biłind û beqed: şuş û barîk
cemałî: řûnakîy şewî hewr û tarîk
bon: wenewşe; zor bê xoşe
bo mezey dił, maçî xoşe
leser çî le min zîzî! meylit biřawe
leser řût perêşane: zułifit biławe
şox û şengim, ḧorî řengim
zor birîndarî xedengim
cwanîy, benew’êke, te’rîfî naye
xudaye ’etakey bemin ew çiraye
çende ’ezîze, zor lezîze
nerim û nask, ew temîze
begerdin: mînaye; beřû: befir û xwêne
beçawî; dełêy: bebir û seqir û şehêne
řuḧ sitêne, diłřifêne
zor be’îşwe û xemřewêne
nyazî diłim waye; ey nazenînim
heta nemirdûm, dîdarit bibînim
řoyî ’umirim, kem bû sebirim
pêm bide maç, bełku nemirim
heta key le dûrît, bigryem binałim!
le hîcranî zułifit, derûn koy zuxałim
dił sûtawe, řoḧ nemawe
maçî lêwit: şekirî xawe
xudaye! diłî min, çi řencûre îmřo
dû çawanî yarim, çi mexmûre îmřo
meh cemałim, řû bexałim
zor ẍerîbim, pirse ḧałim
çi xoşe bexel’et, bida cur’eyî mey
dił û gyan bepêşkeş lebî naskî key
xende şîrîn, le’lî řengîn
qesdî can û ẍaretî dîn
beşewqit: weku řoj, beřû: mahî taban
çi xoşe benermîy bida yar cwaban
guł: kelamit; xoşe namit
key dega du’a û selamit?
beşu’le: weku mah, beřû: awêney saf
qerarî gułan zułim û cewrîş be’însaf
řengî zerdim; ahî serdim
şerbetî to: def’î derdim
bedaym xeyałim: lebî xende řazit
qesem bew dû çawanî piř mekir û nazit
çend benazî, sîḧirbazî
ḧeyfe to, wa cadûbazî
’ezîzim, were cejne, maçê xełatim
umêdim, belutfî to emřoke hatim
bo beratim, bo zekatim
maçî kułmet: řêy necatim
derûnim le ḧesret dîdarit sûtawe
becarê çi ’eqił û çi fehim nemawe
řoḧî fîdat bê,dił lelat bê
min nemawim, toyş ḧeyat bê
beharan çi meḧzûn denałênê bulbul
heta key le ’îşqit, binałênim ey guł!
ey gułî min, sunbulî min
awrit xiste diłî min
cwanîy to, lem ’esreda bê nezîre
diłim: murẍî seḧra, bedamî to gîre
murẍî çakim, zor bêbakim
ḧeyfe lew dawet hîlakim
beẍemze; ke deřwa, çi şîrîne lencey
ser û mał; fîday baznekey dest û pencey
kesk û sûrin, wek bilûrin
befrî yek şew,neqşî nûrin
çi însafe ey guł! çi qewmawe dîdem
be walle firaqî tu xîlî kişîdemPersian
piř ’ezabim, dił kebabim
mestî bê beng û şerabim
were ta nemirdûm le dûrî to cana
bide maçî kułmet, behedye û nîşane
şekire sêwit, xoşe nêwit
pêm keremke: maçî lêwit
dû narinc le baxî gułanda temîzin
dû lîmoy kał û dû sêwî lezîzin
baxî sêwan, guł le lêwan
şêt û şeyda, kewtime kêwan
le dewrî dû kułmet:heye xałî nexşîn
ser û mał fîday dû ebroy řengîn
oh le dawit, zułfî xawit
xom ẍułamî herdû çawit
’ecayeb be’îşwe, minit kirduwe mecnûn
hemîşe debarê le dû çawî min: xun
guł debarê, wek beharê
’etir bexşe: zułfî yarê
temaşa: çi zerd û le řû řeng biřawim
weku darî bê aw, şikist û şikawim
boy zułfan: ’etir û řêḧan
sîne kaẍez, new’î mercan
birader! bipirsin edebPen name boç nemawe
le dûrîy gułî; şûşe gerdin şikawe
řû çiraẍe, sîne baẍe
saḧêbî şewq û demaẍe