dił çengî serî tuřete, bew mahî beçenge

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 1 minutes  791 views
dił çengî serî tuřete, bew mahî beçenge
ger çengî nîye,boçî behey’et qedî çenge?
xwênî lebî ’uşşaqe, xezzabî kefî řengîn
ew dû kefe řengîne, çi muḧtacî beřenge!
řuxsare firuzane le naw zułmetî gêsût
ya tel’etî bedir û ufuq û wadî zenge?
zułfî beşken, şuhreyî xarezim û xeta-ye
çawit befîten, fîtneyî îslam û ferenge
ger şehdî leb û maçî demit, neyşekere bom
zewqî şewî hîcirit, le demim: jehrî şerenge
lutfî diłim û řeḧmî dił û sexreyî semmat
keyfîyetî xara û sebû, şîşe û senge
tengîy demî tom hate nezer, lew ẍezeleyda
boyem bexuda, wek dehenit qafîye tenge
bê weche edebPen name fîkirî rehayî le kemendî
ta kêşî kemandare; biro piř le xedenge