gutim: ba kem binałênim, nełêm derdim bekes çake

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 1 minutes  895 views
gutim: ba kem binałênim, nełêm derdim bekes çake
gutî: nałînî carcarit, le dûr bê, wek ceres; çake
gutim: murẍî řewanî min, řewane lew tene bê to
gutî: ew murẍe bê bałe, le lay min bê, qefes çake
gutim: men’im deka zułifit, le pabendîy lebî şehdit
gutî: şehdî dehanî min, bebê nêşî meges çake
gutim: ḧebsî dû hîndûm min, heta mestî xeyałî tom
gutî: mestî xerabatî, le pêwendî ’eses çake
gutim: bo gułbenî qeddit, xeyałî gułçinînim kird
gutî: bo serûy azadim, ke netbê destiřes, çake
gutim: mîhrî bitan takey? xeyałim ’uzlete cana
gutî: ’îşqî perî řûyan, heta axir nefes çake
gutim: boç řêm nîye carê, begułzarit gułî newres!
gutî: gułzarî gułxêzim edebPen name, bê xar û xes çake