ew qasîdî çi memleket û kame kîşwere

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 2 minutes  722 views
ew qasîdî çi memleket û kame kîşwere
îzharî metłebî le dehen şehd û şekkere!
peyẍamî kame yare, ke qasîd dełêy diłî
enfasî ’îsewî le teleffuz musewwere
peyẍamî aşnaye weha canfeza biłê:
peyẍamî aşna, nefesî řoḧ perwere
cana meger seba guzerî xiste perçemit
emřoke wa cîhan, le şemîmî mu’ettere!
cewrit: ẍezayî řoḧî minî suxte diłe
ateş muselleme; ke ḧeyatî semendere
herçende řojî min; syehe bê firûẍî řût
kaşanekem; şewane: beyadit minewwere
sozî derûn û yadî serî tuřeket mudam
bo meḧfelî xeyałî me, wek ’ûd û mîcmere
menzûrî min; le wesłî lebit, reẍmî dujmine
ger ne, le lam wefa û cefa; herdû yeksere
sewdayê to; ne ’arîzye bome, ’îşqî to
řojî ezel, be’ab û giłî me muxemmere
ḧukmî qeza bû ḧebsî diłî me, bedamî mût
ẍeyrez řeza; çi çare, beherçî muqeddere
zahîd leme beḧusnî ruxt şîfte tire
ḧeyfê ke bew lîbasewe, boy namuyesere
ger men’e, ger melamete, ta mirdinim edebPen name
zunnarî gerdinim, serî gêsûy diłbere