diłbera! diłdarî weku to, ba wefa bê çatre

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 2 minutes  1353 views
diłbera! diłdarî wek to, ba wefa bê çatre
ger nebê meylî wefaşî, bê cefa bê çatre
xusrewî xubanî ewřo, ’aşiqî řûte, geda
padşa lutfî legeł zumrey geda bê, çatre
berdewe zunnarî mû, ba wergeřê ’alem le dîn
kifrî penhan, ta bekengê? aşkira bê çatre
zułmetî kirdarî min, xałit le xuldî řûmetit
nameyî e’malî ême, ta sya bê çatre
ger řeqîbit lêm řeza bê, men’î ’îşqî to deka
namewê qet lêm řeza bê, nařeza bê çatre
sed şewm hîcranî to dî, ewdemem hatûye la
ewdemeş cana, telafî ma mezîArabic bê, çatre
to defermûy canfîday ew xakpayem, ke biłê:
ger le to bêtu cuda bê, xakî pa bê çatre
ba wicûdî şorî ẍemzey to, çi şorêk û çi berg
řastîy ’uşşaqî to, ta bênewa bê çatre
barî xem kewtin le diłda, taze nałem bo bibê
karwan xistî, ceres: ta bê seda bê çatre
ta bizanin qedrî wesłî yektir û cewrî fîraq
car becar ’aşiq le me’şûqî cuda bê çatre
nanwênê ew diłey teng bê, le ’eksî řûmetit
ayîney dîdarî to, bałanma bê çatre
suret û me’na yekêke, bo nîşatî ’arfan
ger mecazîy, ger ḧeqîqî, bê hewa bê çatre
êwe fermûtan: edebPen name canî bibexşê bo wîsał
namewê canî ’ezîzim, xakî pa bê çatre